PKK’ê hişyarî da Cemeeta Gulen: Hesabên şaş nekin!
BEHDÎNAN - PKK’ê pêşî cejna gelê kurd û hemû aleme Îslamê pîroz kir û hişyarî da hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Fethullah Gulen. PKK’ê got; “Divê her kes bizane ku ev tekoşîna azadiyê xwediyê hêz û xîreta serkeftinê ye, bila tu kes hesabên şaş neke.”
Serokatiya Konseya Rêveber a PKK’ê bi boneya Cejna Qûrbanê peyamek weşand û cejnê li hemû gelê kurd, alema Îslamê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gotinên di rojên borî de Fethullah Gulen li hemberî gelê kurd kir û wiha got;
“Rûyê nijadperest, faşîst, komkujîker yê hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Fethullah Gulen a li hemberî gelê me û şervanên wê yên azadiyê bi dîmenên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, careke din di vê cejna pîroz de aşkere bû. Jixwe li aliyekê sîstema îşkenceyê û tecrîda li ser Rêbertiya me pêk tîne, her wiha êrişên xwe yên îdeolojîk dijwar dike, li aliyê din jî li aliyê din jî li hemberî şervanên lehegên ên azadiya gelê Kurdistanê çekên kîmyewî yên ku ji aliyê hemû hevpeymanên navnetewî ve hatine qedexekirin, bi kar tîne û îmze avêt binê komkujiyeke din.
Dîsa li ser erdnîgariya Kurdistanê bi teknîke awerte, bombebaranan û operasyonên bejahî didomîne û careke din aşkere dike ku di şerê xwe yê qirêj de tu sînorê mirovahî û ehlaqî nas nake, her wiha di qada siyasî de jî bi siyaseta xwe ya qirkirina siyasî siyasetmendar, rewşembîr, akademîsyen, şaredar, rojnamevan û dostên gelê kurd ên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên aşitiyane û demokratîk çareser bibin, digirin.
HESABÊN ŞAŞ NEKIN
Lê divê hikûmeta AKP’ê û alîgirên wê yên ku dixwazin bi van polîtîkayên xwe cejna pîroz a alema Îslamê di nava şînê de bi gelê me bidin pêşwazîkirin, baş bizane ku PKK û Rêbertiya wê tekoşîneke li gorî naveroka Îslamê; li gorî dad, aşitî, biratî û wekheviyê dimeşîne. Vê tekoşîna me ya mafdar di nava giyanê piraniya gelê me yê kurd ê ku ji sedî notê wê Misilman in, de text daniye. Divê her kes bizane ku ev tekoşîna azadiyê xwediyê hêz û xîreta serkeftinê ye, bila tu kes hesabên şaş neke.”
DEST DANÎN SER ALÎKARIYÊN JI WANÊ RE
“Em sersaxiyê ji malbatên mirovên me yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin, ji birîndaran re jî daxwaza şîfayê dikin.
Bi lêkolîn û vekolînên piştî erdhejê pêk hatin aşkere bû ku her çendî piraniya avahiyên li Wan û navçeya wê Erdîşê hatine çêkirin, ne saxlem bûn, lê ji aliyê rayedarên dewletê ve weke saxlem hatine erêkirin. Dîsa gelê me ji ber erdhejê bi êşên mezin re rû bir ma, ji ber ku Kurdistanê bû hikûmetê alîkarî neda û nehişt alîkariya ji aliyê şaredariyên ku bi dengê gelê kurd hatine hilbijartin jî bêne şandin. Her çendî herêma erdhejê herêma karesatê bû, ev yeke weke herêma karesatê nehate îlankirin, ligel vê jî alîkariya ku ji bo mexdûrên erdhejê hatin, dîsa şandin kaseyên dewletê.
MÎNAKE BAŞ A PIŞTGIRÎ Û XWE BIRÊRÊVEBIRINÊ YA GEL E
Ev pêkanînane hemû ji aliyê hikûmeta AKP’ê ya ku Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji xwe re dibêje Misilman û behsa edaleta Îslamê dike, têne kirin. Nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê wiha bû, gelê me jî bi giyanê xwe yê piştgirî, alîkarî, bihevrebûn û yekitiya netewî, li benda cûdakarî û dabeşkariya dewleta AKP’ê namîne, bi giyanê seferberiyê alîkarî digihîne herêma karesatê. Ev nêzîkatiya gelê me mînaka herî baş a piştgirî û xwe birêvebirinê ye.
PKK’ê careke din cejna qûrbanê li gel pîroz kir û got; “Em careke din weke tevgera PKK’ê cejna Qûrbanê li hemû gelê me, Rêbertiya me, dayîkên şehîdan û hemû alema Îslamî pîroz dikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi zanebûna Xweseriya Demokrastîk saziyên xwe yên netewî saz bikin û sîstema xwe biafirînin, li hemberî îşkence û tecrîda giran a li ser Rêbertiya me, li derdorê Rêbertiyê bibin xelek û bi giyanê seferberiyê serhildanên topykun pêş bixin û em bang li hemû ciwanên kurd dikin ku bên çiyayên azadiyê û tevlî nava refên gerîlayan bibin.”










