RASTÎYA OLÊ Û YA KU BAWERÎYA WÊ RAST DIBÎNÊ

Ol û netew, du bêjeyên ku bi hev re ne di levkirinê de na.Netewtî, di çerçova komaka´etnîkî´diafirê û dike ku pêş bikeve.Lê ol, ne wilo ya. OL, di gîyan û rastîya wê de gelemperbûn heya. Bi hev re bûn têde heya. Di olê de, di aslê xwe de tijberîyaka ku mirov li dijî hevdû bide nîşandin têde nîn a. Lê di netewtîyê de dijbertî hertimî heya. karê dijberîyekê bi xwe re biafirêne û bide nîşandin. Dîroka olê ya ku hate roja me pêşketîya jî jî, mirov divêt ku wê ji du aliyan ve bêne ser ziman. Aliyê pêşî, ola ku di destê rêveberîyên netewî de ku weke amûrekî serdestkirna xwe hatîya bikarhanîn a. Aliyê dî jî aliyê olî yê saf û paqij a. Bi rastî xwe ya rast re hertimî rêz û hûrmetekê ji mrov ji xwe re bimaf dike. Ol, ku mirov li ser bisekinê ji aliyê zanistî ve ji aliyên deronî, civaknasî, hizrî û hwd ve mirov karê li ser wê bisekinê û bêne ser ziman. Hê ji gelek aliyên din ve jî mirov karê li ser bisekinê. Weke ku aliyê rêveberîyê û hwd. Ku mirov ji kîjan aliyî ve li ser bisekinê mirov karê dîrokaka wê binivîsêne û bêne ser ziman. Bi teybetî, ardnîgarîya ku li ser dîroka olê û ya pêşketina dest pêkirîya ku berdiclê û firatê kurdistan bê, hingî bi wê giringîya wê re girîngîya kurdistanê jî dihê holê. Wê jî, mirov ji aliyekî ve divêt ku bi dîroka olê re hildê dest û bêne ser ziman. Wê ev yek rast bê. Bi wê re, wê hingî birastî têgihiştinaka mazin ya ku mirov pê bigihê hin rastîyna pêşketin û pêşveçûnê yên ku di dîrokê de bûna jî, wê bibe. 
Dîroka olê li ber diclê û Firatê, deme Sumerîyan ve xwediyê dîrokaka xwe ya bi deme şaristanîyê ya pêşketinê ya. Di vir de, deme ku mirov bahse pêşketina olê bike, ji sê aliyan ve ji bo dem û nivîsandina girîngîya wê ya ku heya, divêt ku mirov wê bêne ser ziman. Aliyê pêşî, dîroka wê ya bi ku serê xwe ya saf ku ya wê ya. Aliyê Duyemin yê dîroka wê ya bi derketin û pêşketina şaristanîyê re ku bûya ya. Û aliyê dîn yê sêyemin jî, ku bi pêşketina wê ya bi rêveberîyan re ya. Ev hersê alî, divêt ku mirov hem bi hev re û hem jî cuda bi cuda wan hildê dest û bêne ser ziman. Bi vê yekê re wê hingî rast fahmkirina wê bibe. Di vê demê de ji bo ku baş pêşketinên olî werina fahmkirin jî, ev yek ji her demê zêdetir pêdivî bi pê heya. Li kurdistanê jî, pêşketin û pêşveçûnên ku dibin, ji bo ku ew jî werina fahmkirin, divêt ku mirov wê dîroka wê pirr baş û qanc fahm bike. Ev yek, her weha pirr jî girîngî bi pê heya. 
Di roja me de bi du awayan ji olê sûd tê girtin û bi wê re tê bikarhanîn. Aliyê pêşî, yê pergalîya wê ya gelemper ya ku heya ya. Ew tê bikarhanîn. Mirovatîya ku di cewherê olê de heya jî tê bikarhanîn. Minaq, li kurdistanê, rêveberîya tirk, ji bo ku wê qadaxakirina li ser zimanê kurdî bide berdewam kirin û mafên wan yê asayî nede wan, "mirovên oldar" dikê devêr de û dişêne kurdistanê. Ew mirov, wê herina kurdistanê û ji mirovan re bêjin, "dev ji maf xwestinê berdin, dev ji zimanê xwe berdin û wê nexwezin, dewlet çi dibêje li gor wê bikin, ya ku dewlet dike meşrûya û yên dervî dewletê ne meşrû na" û hwd, wê bênina ser ziman. Bi vê yekê re, wê hizrên dewletê bênina ser ziman. 
Divêt ku mirov bêne ser ziman ku bi teybetî ola Îslamê bi derketin HzMihammed re hertimî li dijî zilmê rabûyaÎ ro bi rengê xwe re ku kurd dibin zorê de binÎslam ji wan re rast dibîne ku ew rabina ser lingan û li ber zilêmê bisekin inBi re mirov karê bêje ku ku ji xwe re dibêjeez musliman im divêt ku bi wan re li ber zilma li ser serê wan bisekinê û serî hildê. Ev yek ji wan re meşrû ya. Di deme afirandinê de li ser navê xwûdê tê gotin ku wî gotîya mirovan hemûya "min we jev cuda çêkirin. Ev gotin, dihêne ser ziman ku her xalkek heya û di olê de meşrûtîya wê heya. Îslam, wê herê dike. Hz. Muhammed jî wê gotinê dihê ser ziman. Di nav kurdan de, ola Îslamê ji destpêka xwe pêde bidest pêşketinê dike. Mirovên weke Weysel Qaranî yên ku di deme Hz. Muhammed de jîyana, ji wê pêşketina îslamê ya li kurdistanê di nav kurdan de kirina. Îslam, deme ku pêşket jî, ji kevneşopî û hizratîya xwe ve pirr ji ber diclê û firatê hilda ya. Ji kurdistanê hilda ya. Minaq, Ku î ro hate roja me tirbe wî li Cizîrê ya û hê jî dimêne, tirba Nebî Nuh heya. Nebî Nuh, weke nîrxekî wê herêmê yê pîroz a. Di demên berî Îslamê de jî ev hebû û di deme Musulmanetiyê de jî ew pîrozî tê parastin. Li ber Firatê Birehîm Xelîl heya û ew di demên berî Musulmanetiyê de jî hebû û d deme musulmanêtîyê de jî pîrozîya xwe parast. Bi wan re, ku mirov bêne ser ziman weke temenekî pêşketine ole îslamê ya li kurdistanê jî "dergah" di nav kurdan de hebûn. Dergah, di ola kurdan ya berî îslamê ku bi heman awayê bi pergalî jîyaya di êzîdîyê de jî hebûn. 
Kurd, bûna gelekî ku li herêmê ew ol jî bi pêşxistina. Ti gel li herêmê, nikarê bêje ku ezê herim û olê fêrî kurdan bikim, ji ber ku kurd yên pêşîyên wê olê na. Weke wan Arab û fars jî li herêmê hena.Lê Tirk, piştî wan re bi çend sadsalan wê ji herêmên asya yên din wê werina herêmê û wê piştre musulmanetiyê herê bikin. Di herêkirina wan ya musulmanetiyê de armanca wan ya xwe parastinê û xwestina li herêmê bicihbûnê heya. Wekî din jî, di wê dema ku ew musulmanetiyê herî dikin de jî, têgihiştina ku di nav musulmanan de pêşketîya ev e ku "musulman hemû birayên hevdû naû hertimî wê li cem hevdû bin". Bi vê yekê re, deme ku tirk, musulmanetiyê herê dikin, êdî li cem xwe wê hêzekê li pişt xwe bibîn in. Bi wê yekê re wê êdî karibin li herêmê jî piştgirîyê bigirin û li herêmê karibin xwe bi parazên. Piştî ´şerê tebrîzê´ ku osmanî têde têkçûn û êdî piştî wê têkçûnê re ku êdî wê navê wan jî di dîrokê de namabana, ku biaslê xwe kurda û di nav kurdan pirr bi bandûra di demê de wê Îdrîsê Bedlîsî wê rabê ji herêmên kurdan yên weke Êlîh, Amed, Sêrt, Mûs, Bedlîs û hwd e, wê artişakê biafirêne û wê alî wan bike ku li herêmê ew karibin heyîn û hebûna xwe bi parêzên. Îdrîsê Bedlîsî, deme ku vê yekê dike, ew têgihiştina di wê gotina ku tê gotin "em musulman hemû birayên hevdû na jî" di serê wî de heya. Ew bi vê yekê re, biqasî ku mirov fahm dike ku bi nêhteka paqij û teze nêzîkatîyê dide nîşandin. Ew wê bi têgihiştina "ku li herêmê bi hev re bijîn" wê êdî wê tevgerê bide nîşandin. Di deme ketina ´şerê Çardiranê´ de jî kurd xwedîyê weyn û rolaka mazin in. 
Ew nêzîkatîya Îdrîsê bedîlîsî ku hate roja me di nav kurdan bixwe de bi rexneyî ji ber ancamên wê yên ku li dijî wan afirîn tê rexnekirin jî, wê di wê nêzîkatîyê bibe. Di wê demê de, wê bi navê musulmanetiyê û wê biratîya wê re wê kurd, hem li herêmên xwe û hem jî di pergale xwe ya giştî ya herêmî de wê êdî bi bîn bikevin. Kurd, wê weke ku rastî "bêbaxtîyekê" werin wê hertimî êdî di xwe de wê hîs bikin. Ev hîs, wê bi kirin û bûyînên piştre de jî, wê bê piştrastkirin. Kurd, wê li herêmên xwe êdî wê rastî nebaşîyan wê werin. Li her herêmê, jiber ku kurd jî musulman bûn, wê hertimî, di rewşaka xirab bê bi mênin. Kurd, bi hêsta xwe ya musulmanetiyê wê nêzîkatîya xwe bidina nîşandin. Lê yên li ber wan jî, weke Îran û Tirkî û yên din jî, çend ku musulman in jî, wê ne bi wê awayê wê hêsta paqij wê û teze wê nêzîkatîyê li wan bikin. Kurd, wê di her demê de di nav xwe de bi wê yekê re êdî bikevina zorê de ku yekitîyekê ji nav xwe de biafirênin. Rêveberîya osmanîyan, bi teybetî tenê  ku mirov ji Yavuz Selîm û Qanûnî Siltan Sûleyman ve hildê dest, mirov wê bibîne ku di her demê de hate ku tê vê deme me, wê hertimî kurd, rastî dubendîyaka ku ew têde olê jî bi kar dihênin wê rastî wê werin. Rêveberîya Osmanîyan, wê tenê xwe û rêveberîya bihizirê. Piştre êdî wê tenê ew tirkîtîya ku ew dixwezê biafirêne wê bihizirê. Wekî din jî, bi navê olê, wê pêşî wê hizirê bi pêş bixe û piştre yên ku li ber wê disekin in wê ji holê rakin. Ji ber ku ol hate bi kar hanîn, êdî ew kirinên wê ne bi mirovatî jî wilo zêde ne hatina lêkolîn kirin. Li îranê jî ev yek wilo, bû.
Dem, hate ku tê deme komarê li tirkî, wê di bin navê "yên ku ne musulman" û "yên ku li dijî musulmanetiyê dirabikin" re wê şerê xwe bidina meşandin. Di bin navê yên ku ne musulman in de êzîdî, Ermenî, Sûryanî û hwd hene. Di bin navê yên ku li dijî musulmanetiyê dirabin jî, wê kurdên ku mafê xwe yê olî, zimanî û xalkîtîyê dixwezin wê li ber wan bê şerkirin. Musulmantê, di wê demê de pêde, heyîna wê ketîya destê rêveberîyê de. "Gotinên rêveberîyê li gor wê êdî wê meşrûtîya wê hebe" û yên xalk û komên din yên civatî û civatî jî wê nebe. Bi vê yekê re, êdî wê awayekî olî yê ku herkes li gor wê bijî wê bi rêveberîyê re bê afirandin. Ola îslamê çend di destpêka xwe de li ber zilmê bi rabûna destpêkirîya, wê piştre rêveber, bi wê û d bin navê wê de wê zilmê bikin. Bi vê yekê re, wê ol, weke ku ji rastîya xwe were dûrkirin wê were nîşandin. Minaq, Li tirkî, ku î ro tê gotin " yên ku li ber rêveberîya tirk rabikin ne musulman in". Minaq, Li îranê ku dibêjin ku "yên ku li ber Rêveberîya Îranê rabin ne musulman in" û hwd. Wê nêzîkatîyên rêveberîyan bêne meşrûkirin d olê de û di hizirkirina wê de. Lê wê yên xalkê û rastîya têde "ne meşrû" were dîtin. Ku Xalkek di bin wan rêveberîyan de bijî, minaq weke kurdan, ku bahse mafê xwe yê mirovî bikin û bixwezin, wê bi "dij-olîtîyê"bên tawanbarkirin û êdî wê bi wê re herin bi xwe wan de û wê wê çûnê bi olê re meşrû bidina nîşandin. Ol, bi vê yekê, î ro tê bi karhanîn. Lê kurdan î ro, li bakûrê kurdistanê di çerçova neîtaatîya sivîl ya xwe de mêjên xwe li konên çareserkirina aşîtîyê de dikin. 
Ev yek û kirina kurdan hem li gor ola îslamê û hem jî li gor rastîya derketina wê ya ku li ber zilmê bû, rast û meşrû ya û di cihê de ya. Î ro kurd dibêjin em mêjên xwe yên mêjên xwe yên Înê li konê dikin. Lê di aslê xwe de bi bawerîya Ola Îslamê û ya Hz. Muhammed, divêt ku ne tenê Înê têde bikin. Divêt ku hemû mêjên xwe yên rojê û yên hemû rojan têde bikin. Di bawerîya olê ya berê û rast de weha tê gotin, ku deme ku ji bo mêje Înê 41 û yek(ev yek jî seyda ya) mirov levgihişta hevdû êdî mêj dibê. Devera ku lê wê mêj bikin, li gor bawerîya olî, karin bêjin ku ev der mizgevte min a û lê mêj bikin. Wê ev yek li gor olê rast bê. Di olê de ev jî heya û tê gotin ku mizgevt malên xwûdê na û di wan de zilm nayê kirin û zilm û şer têde nayê mûşrûkirin. Lê li kurdistanê, ev yek, bi destê rêveberîyê tê kirin. Bi vê yekê re li gor bawerî û pirtûka pîroz, ew cih, êdî bi wê kirinê re êdî weke cihna mizgevtî nayêna bi navkirin. Ew cih, ji mizgevtîya xwe derdikevin. Ev rastî di olê de heya û divêt ku werê fahmkiirn. Mizgevt û li gor bawerîya wê ya olî, ku têde ne başîya li gelekî ku li ser serê wê tê kirin ku têde were ser ziman û meşrû were kirin û dîtin, ew der û xanî û avahîya ku jê re mizgevt tê gotin, êdî mizgevtîtîya xwe winda dike. Bi vê yekê re, êdî mafê xalkê heya ku herê li cihekî dîn li gor bawerîya xwe mizgevteke xwe ava bike li gor rastîya olî ya bawerîya wê. Kurdan jî, î ro ev yek kirîya. Divêt ku wê kirina berdewam kirin. Ji ber ku rast û meşrûya li gor olê û rastî û bawerîya wê ya hizrî û mirovî.
netew, heyîna wê li gor nêzîkatîya olî ya ku heya têde dihê ser ziman. Netew, li gor wê hizra olê nayê bişekilkirin. Lê li gor wê hizrê wê yê baş yê olê, şekilkirina wê dibe û tê kirin. Bi wê yekê re nêzîkatîya di naqabîna ya olî û ya netewî de tê ser ziman. Bi vê yekê re, deme ku li tirkî bê bê gotin ku wê li gor nêzîkatîya min ya rêveberî û pergalî wê ol awa û şekil bistêne, hingî, wê bê wate ku ew ola xwe diafirêne. Bi vê yekê re, ne tenê li dijî xwûdê derdikeve bi wê re ji ber ku li dijî olê derdikeve êdî ew li gor olî ji wê olê nayê hesibandin. Li tirkî jî û li Îranê jî ya ku tê kirin ev a. Ji ber vê yekê, mirov karê bêje ku ew awayekî xwe yê olî bi olî diafirênin. Ji ber vê yekê, mirov karê  bêje ku wan rastîya olî ya Îslamê li şûn xwe hiştîya. Di mizgevtê de zimanek nayê qadaxakirin. Ku were qadaxakirin, weke heyîna xwûdê li gor olê were qadaxakirin. Ku mirov li gor rastîya olê û bawerîya wê ya rast bi peyivê, ti oldar nikarê bêje ku mizgevteka ku têde ziman hatîya qadaxakirin êdî mizgevta.
Di mizgevtê de qadaxakirina ne başî û neqancîyê heya. Lê qadaxakirina zimanê ku xwûdê çêkirîya nîna û li gor wê bawerîya olî jî gunah a. Oldarê ku wê bi parezê jî ne ji olê ya û ne oldar a. Ji ber ku cihê wê kirinê di olê de nîn a û li gor olê ew kirin ne rast a. Di aslê xwe de mizgevt, ku têde zilm were meşrûkirin û şer were pêşnîyarkirin ji ku gelekî ji dîrokê bibe, di wê mizgevta ku ew kirin têde tê kiirn de mêj kirin jî gunah a. Ne li gor olê û bawerîya wê ya. Bi vê yekê re, ji ber ku di mizgevtên ku girêdayî dîyanate tirkî na, ji ber ku şerê li dijî kurdan pêşnîyar dike û sor dike û wê rast dibîne êdî ji dîrokê birina kurdan rast û meşrû dibîne, ji ber vê yekê, ewder êdî ne mizgevt in û têde mêjkirin li gor rastî û rastteqînîya ola îslamê di wan de mêjkirin jî gunah a. Bi vê yekê re êdî xalk digirê wê mafê ku herê û mizgevtê xwe bi xwe re ji xwe re ava bike. Ku li dijî wê mizgevtên xwe ava nekê ji xwe êdî wê gunahekî olî bike, ji ber ku wê ew zilma ku tê pêşnîyar kiirn ew êdî herê dike êdî weke ku Hz. Muhammed gotîya, "yê ku zilmê herê bike ne ji me ya", êdî dibina ne jî musulmanan. Bi vê yekê ve girîdayî mirov karê bêje ku kurdan gotin "em zilmê herê nakin û derketina dervî mizgevtên dîyanetê û mizgevtên xwe de bi konan çareserîyê re weke ku ji nû ve avakiribin dihê pejîrandin, bi wê re dîsa li gor vê gotinê kurdan ne tenê zilm red kirin, rûmet û rastîya rast ya mizgevtê jî bi rûmet parastin.   


07. 04. 2011/Abdusamet Yigit