Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirin

Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirinNAVENDA NÛÇYEAN - Di çarçoveya çalakiyên Raperîna Sivîl a ku ji aliyê BDP'ê û KCD'ê ve hate destpêkirin, piştî nimejên înê û terawîhên sivîl, niha jî nimêja Cejna Remezanê ya sivîl hate kirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Amedê bi girseyî nimêjên cejnê yên sivîl hatin kirin. 

ŞIRNEX

Di çarçoeya çalakiya Raperîna sivîl de piştî nimêjên Înê û terawîhên sivîl, nimêja cejnê ya sivîl jî bi girseyî hate kirin. Li parka Aştiyê ya taxa Turgut Ozalê ya navçeya Hezexa Xirxene ji serê sibehê de bi sedan welatî hatin li hev kom bûn û nimêja cejnê ya sivîl bi hevre kirin. Bi sedan welatiyên ku serê sibê hatin li ber Konê Çareseriya Demokratîk li hev kom bûn, bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin. Mele Alî Nas, bi burdî weaz dan û diyar kir ku ew dê her tim bi zimanê gelê xwe îbadetê bikin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexe jî serê sibê bi sedan welatî li Qada Gel kom bûn û nimêja cejnê ya sivîl kirin. Girsê li vir jî bi kurdî weaz dan. Balkêş bû ku polîsên sivîl hatin cihê nimêjê û welati yek bi yek kişandin kamerayê. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan welatî amade bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê nimêja înê ya sivîl hate kirin. Serê sibê bi hezaran welatiyên ku di navde bi sedan jin jî hebûn, li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bûn û bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin. Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê ji ber kuştinên dawî pankarta reş bi avahiya BDP'e dakirin û xemgîniya xwe nîşan dan.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi hezaran welatiyên ku li Navenda Çanda Mîtannî kom bûn, bi hevre nimêja cejnê ya sivîl kirin. Li vir Mele Mehmet, bi kurdî weaz dan û li ser wate û girîngiya cejnê rawestiya. Diyar kir ku ku cejn roj aştî şahî xweşiyê ye, lê ji ber ku di vê mehê de dîsa zarok û mezin tên kuştin ew vê cejnê pîroz nakin.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi sedan welatiyên ku li parka Şaredariyê kom bûn, bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin. Di nimêja cejnê ya sivîl de endam û rêveberên BDP'e û endamên meclîsa şaredariyê jî di navde bi sedan welatî amade bûn. Girsê piştî nimêja cejne kirin, bi hevre çûn li ser goristanan geriyan û gor ziyaret kirin.

BÎSMÎL

Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî bi hezaran welatî di saetên serê sibehê de li parka Halîl Îbrahîm Oruç kom bûn û bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin. Mele Feyzi Yavuzkilinç li pêş girsê minêj kir. Yavuzkilinç berê bi kurdî weaz dan û xwest ev cejn bibe destpêka aştî û demokrasiyê.

STENBOL

Li Parka Mevlanayê ya lu navçeya Bagcilarê ya Stenbolê ji 2 hezarî zêdetir kesan ji bo "Nimêja Cejnê ya Sivîl" ref girêdan. Welatiyan ji malên xwe secade û korton anîn û li ser wan nimêj kirin. Jin jî beşdarî nimêjê bûn.Serokê Komeleya Oldaran Celalettên Yoyler beriya nimêjê weaz da û êrîşa li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir. Yoyler ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: "Di bin navê îslamê de zarok, jin têne qetilkirin, tank û top gundan bombebaran dikin û sivîl têne qetilkirin. Ev îslameke çawa ye. Ez li vir bang li Serokwezîr dikim, di vê roja pîroz de dev ji operasyonan berde. Ji ber ku li gorî îslamê cejn dengê aştiyê ne." Piştî weazê nimêj hate kirin. Piştî nimêjê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê Celal Halîm axivî û got ku ew vê cejnê weke "cejna reş" bi nav dikin.

Nimêja înê li Parka Heykelê ya navçeya Sultangaziyê û parka li qiraxa Mizgefta Kamer Hatunê ya Tarlabaşiyê jî hate kirin.

MANÎSA

Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê gelek kesên ku li avahiya BDP'ê hatin ba hev nimêja cejnê kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Mehmet Gulmez axivî û got ku ji ber operasyon û kuştinan ew bi xemgînî cejnê pêşwazî dikin û ji ber vê yekê jî dê cejnê pîroz nekin. Gulmez xwest ku tu kes li dijî bûyerên diqewimin bêdeng nemînin. Piştî axaftina Gulmez ji bo "şehîdên şoreşê" dua hatin kirin.