Îcar Erdoğan kirin pêximber jî!
ÎZMÎR - Alîkariya ji bo Somaliyê li Tirkiyeyê hate komkirin vegeriya propagandaya AKP’ê û şowa Erdogan. Hewldanek herî balkêş ji meleyek ê Îzmîrê hat. Melayê di mizgetek a navçeya Bayrakliyê de peywirdar got; “Li dîrokê binêrin û bibînin. Hemû kesên alîkarî didin mirovan pêximber in. Serokwezîr jî alîkarî dide mirovan.”
Li navçeya Bayrakliyê Selîm Agaoglu ku ji bo nimêja terawî çû mizgefta, li ber deriyê mizgeftê li rastî kampanyaya alîkariya ji bo Somalîyê hat. Agaoglu piştî alîkarî da kampanayayê got; “Tiştek baş e ku em alîkarî didin Somaliyan, lê alîkariya ku em didin partiyên siyasî ji xwe re dikin propaganda û ev yek şaş e.”
Agaoglu diyar kir ku kampanyayên li ber mizgeftan hatine destpêkirin ji bo AKP û Erdogan dibin weke propaganda û got; “ez li rastî heqaretên mela mam.” Agaoglu diyar kir ku melayê ku li ber stadê bû berê jî propagandaya AKP’ê dikir û wiha axvî:
“Ez li rastî heqareta melayê li ber stadê mam. Ji min re got ‘Hûn ji bo çi hatine vir ? Gelo hûn hatine vê alîkariyê qût bikin?’ Min jî got tiştek wiha tune ye, ez tiştên ku min di TV de dîtine ji we re dibêjim. Mela û kesên li derorê wî gotin ‘Li dîrokê binêrin û bibînin. Hemû kesên alîkarî didin mirovan pêximber in. Serokwezîr jî alîkarî dide mirovan’. Dema min ji mela re got ‘Ango Erdogan jî mela ye? Pirsî û kêm mabû ew ê li wir li min bixin. Min ji mizgeftê qewitandin.”










