Di êrişa artêşa Tirk de 7 kes mirin

GUND VALAKIRINQENDÎL - Di encama bombebarana artêşa Tirk de malbatek hate qetilkirin. Li gor agahiyên dawiyê, balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Kortek a bajaroka Sengeser a navçeya Ranayayê wesayîtekê a sivîla kir hedef. Di encamê de jinek û 5 zarokên xwe û ajokarê bi navê Huseyn ê xizmê malbartê jiyana xwe ji dest dan.


Li gor agahiyên dawiyê, di encama êrişa artêşa Tirk de li devera Kortek a bajaroka Sengeser a navçeya Ranayayê wesayîtekê a sivîla kir hedef. Di encamê de jinek û 5 zarokên xwe û ajokarê bi navê Huseyn ê xizmê malbartê jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku malbat ji gundê Bolê yê Qendîlê ye.

 

Amedî li dijî êrîşên hewayî yên dewleta dagirker meşiyan

Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo protestokirin û şermezarkirina operasyonên ku di demên dawî de zêde bûn û êrîşên hewayî yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê bi beşdarbûna hezaran kesan meş li dar xist. 

Bi hezaran kes ên ku parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, yê Colemêrgê Adil Kurt, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, rêveberên rêxistina BDP'ê yên Amedê û navçeyan jî di nav de li ber avahiya BDP'ê kom bûn û meşiyan. Di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan hatin rakirin. 2 kesên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatibûn û dowîzên bi erebî û soranî "bombebaranê rawestînin" rakirin. Ji ber ku polîsan destûr nedan gel ber bi Parka Koşuyolûyê ve bimeşe girse vê carê ji bûlvarê Turgut Ozal ber bi 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayî ve meşiyan. 

Li Cadeya Cengîz Topel girse cara duyemîn rastî astengiya polîsan hat. Ji ber vê yekê gel çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Di çalakiya rûniştinê de Nûrsel Aydogan axivî û astengî şermezar kir. Aydogan diyar kir ku operasyona derveyî sînor a 26'emîn tiştek ji Tirkiyeyê re neaniye û wiha got: "Ev operasyon ne tenê li dijî Qendîlê ye, ji bo valakiran Qendîlê û bêmirovkirina herêmê ye. Piştî ku Qendîl bê girtin dê bi operasyona bejayî îmha bê kirin û heke ev jî ne bes be tê xwestin ku tasfiye bikin. Ev tenê pirsgirêka Qendîlê nîn e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Serokwezîr dîrok nexwandiye, sosyolojî nexwendiye. Ew baş dizane ku bi operasyona li dijî Qendîlê ev pirsgirêk naye çareserkirin."

Aydogan got ku divê muzakereyên bi Ocalan re bidome û ev xwîn bê rawestandin. 

Aydogan da zanîn ku ew ê saeteke çalakiya rûniştinê li dar bixin. Aydogan hêj axaftina xwe bi dawî nekiribû polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin. Gel jî bersiv da polîsan û pevçûn derket. 60-70 kesên ku rojî girtibûn ji xwe ve çûn. Welatiyê bi navê Ahmet Dogan ji ber ku bombeya gazê li serê wî ket birîndar bû. Piştî demeke bûyerên li bajar bi dawî bûn.

ANF NEWS AGENCY