PKK’ê hişyarî da Cemeeta Gulen: Hesabên şaş nekin!

BEHDÎNAN - PKK’ê pêşî cejna gelê kurd û hemû aleme Îslamê pîroz kir û hişyarî da hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Fethullah Gulen. PKK’ê got; “Divê her kes bizane ku ev tekoşîna azadiyê xwediyê hêz û xîreta serkeftinê ye, bila tu kes hesabên şaş neke.”

Read more...

RASTÎYA OLÊ Û YA KU BAWERÎYA WÊ RAST DIBÎNÊ

Ol û netew, du bêjeyên ku bi hev re ne di levkirinê de na.Netewtî, di çerçova komaka´etnîkî´diafirê û dike ku pêş bikeve.Lê ol, ne wilo ya. OL, di gîyan û rastîya wê de gelemperbûn heya. Bi hev re bûn têde heya. Di olê de, di aslê xwe de tijberîyaka ku mirov li dijî hevdû bide nîşandin têde nîn a. Lê di netewtîyê de dijbertî hertimî heya. karê dijberîyekê bi xwe re biafirêne û bide nîşandin. Dîroka olê ya ku hate roja me pêşketîya jî jî, mirov divêt ku wê ji du aliyan ve bêne ser ziman. Aliyê pêşî, ola ku di destê rêveberîyên netewî de ku weke amûrekî serdestkirna xwe hatîya bikarhanîn a. Aliyê dî jî aliyê olî yê saf û paqij a. Bi rastî xwe ya rast re hertimî rêz û hûrmetekê ji mrov ji xwe re bimaf dike. Ol, ku mirov li ser bisekinê ji aliyê zanistî ve ji aliyên deronî, civaknasî, hizrî û hwd ve mirov karê li ser wê bisekinê û bêne ser ziman. Hê ji gelek aliyên din ve jî mirov karê li ser bisekinê. Weke ku aliyê rêveberîyê û hwd. Ku mirov ji kîjan aliyî ve li ser bisekinê mirov karê dîrokaka wê binivîsêne û bêne ser ziman. Bi teybetî, ardnîgarîya ku li ser dîroka olê û ya pêşketina dest pêkirîya ku berdiclê û firatê kurdistan bê, hingî bi wê giringîya wê re girîngîya kurdistanê jî dihê holê. Wê jî, mirov ji aliyekî ve divêt ku bi dîroka olê re hildê dest û bêne ser ziman. Wê ev yek rast bê. Bi wê re, wê hingî birastî têgihiştinaka mazin ya ku mirov pê bigihê hin rastîyna pêşketin û pêşveçûnê yên ku di dîrokê de bûna jî, wê bibe. 

Read more...

Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirin

Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirinNAVENDA NÛÇYEAN - Di çarçoveya çalakiyên Raperîna Sivîl a ku ji aliyê BDP'ê û KCD'ê ve hate destpêkirin, piştî nimejên înê û terawîhên sivîl, niha jî nimêja Cejna Remezanê ya sivîl hate kirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Amedê bi girseyî nimêjên cejnê yên sivîl hatin kirin. 

Read more...

Îcar Erdoğan kirin pêximber jî!

ÎZMÎR - Alîkariya ji bo Somaliyê li Tirkiyeyê hate komkirin vegeriya propagandaya AKP’ê û şowa Erdogan. Hewldanek herî balkêş ji meleyek ê Îzmîrê hat. Melayê di mizgetek a navçeya Bayrakliyê de peywirdar got; “Li dîrokê binêrin û bibînin. Hemû kesên alîkarî didin mirovan pêximber in. Serokwezîr jî alîkarî dide mirovan.”

Read more...

Barzanî: Ger şer dest pê bike em ê jî tiştên pêwîst bikin

HEWLÊR - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku êrîşên Îran û Tirkiyeyê ji ber tirsa hêz û yekîtiya kurdan e û got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hemî riyên dîplomatîk biceribînin. Barzanî wiha got: "Heke rawestandina êrîşan aliyeke li dijî Herêma Kurdistanê êrîşeke bejayî dest pê bike em ê ji hebûna xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe tawîz nedin û ji bo parastina destkeftiyên xwe tiştên pêwîst bikin."

Read more...