Gelo di çar rojan de 6 leşkerên Kurd xwe dikujin?

STENBOL - Her roj li mirinên bi guman ên leşkeran yeke din jî zêde dibe. Di van çar rojên dawiyê de li Colemêrg, Xarpêt, Dîlok, Kastamonû û Çaneqeleyê 6 leşkerên Kurd jiyana xwe ji dest dan.   Hate angaştin ku ji van 6 leşkeran çaran xwe kuştine û her duyên din jî bi şaşitî gulle li hev reşandine. Lê malbatên leşkerên kurd jî ji van îdîayan bawer nakin û serî li İHD û Mazlum-Der dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku di 5 salên dawiyê de 408 leşker xwe di qişleyan de kuştine.

Read more...

DÎROKA DEWLETA TIRKAN REŞ E

MALBATA KURDNAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk cara 26’emin bi pêşengiya Hikûmeta AKP’ê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dibêje; “Sebra me êdî nema, an wê biqede, an wê biqede” û dest bi operasyona hewayî ya dersînor kir. Di êrişa hewayî ya herî dawî de pêçek jî di nav de, bi giştî 7 sivîl hatin qetilkirin. Lê ev ne yekem car e ku dewleta Tirk di van êrişan de sivîlan qetil dike.

Read more...

Em ê tu carî li dijî PJAK û PKKê nakevin şer

Berdevkê fermî yê hêzên parastina sînorên Herêma Kurdistanê û sekreterê giştî yê pêşmergê Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her dem digel zimanê diyalog û demokrasiyê ye û çareserkirina hemû kêşe û pirsgirêkan bi riya şer û operesyonan nebe.

Read more...

Îran li ser sînor kelehan ava dike

Îran di nava axa Başûrê Kurdistanê li gel qereqolan, kelehan jî ava dike. Gorî agahiyan Îranê heta niha 9 keleh ava kiriye. Lê Sekreterê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ev yek înkar kir.

Read more...