Federasyona Civaka Îslamiya Kurdistan Föderation der kurdischen Muslimische Gemeinschaften in Europa e.V.

  • Skip to content
  • Jump to main navigation and login

Nav view search

Navigation

QUR'ÂN KAABA LIVE ZINDÎ... CANLI... LIVE... HEC Video 2010 Youtube Video HEC 2010

Search

Kurdî | Deutsch | Türkçe

Logo
You are here: Home
  • HOME
  • NÛÇE
  • KURDISTAN
  • MEHA REMEZANÊ
  • OL Û CIVAK
  • HADSCH & UMRAH
  • E-MAIL

YOUTUBE Videos

YouTube

BERNAMA TAYBET

ERDOĞAN MINAFIQ E! (1/2)
ERDOĞAN MINAFIQ E! (2/2)

HEC 2010

Login Form

  • Forgot your password?
  • Forgot your username?
  • Create an account
  • MEHA REMEZANÊ
  • NÛÇE

Meha Remezanê bi xêr hat!
MEHA REMEZANÊ

TPL_BEEZ2_NEXTTAB
  • PKK’ê hişyarî da Cemeeta Gulen: Hesabên şaş nekin!
  • RASTÎYA OLÊ Û YA KU BAWERÎYA WÊ RAST DIBÎNÊ
  • Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirin
  • Îcar Erdoğan kirin pêximber jî!
  • Barzanî: Ger şer dest pê bike em ê jî tiştên pêwîst bikin
  • Di êrişa artêşa Tirk de 7 kes mirin
  • Niyeta Erdogan a di Remezanê de şer e
  • Parlamenterê AKP'ê: Em ê pisgirêka kurd bi çekan çareser bikin
  • Li Kurdistanê wehşet ronî dibin
  • Elmanya: Em Îslamiyetê gotûbêj bikin

Gelo di çar rojan de 6 leşkerên Kurd xwe dikujin?

  • Print
  • Email

STENBOL - Her roj li mirinên bi guman ên leşkeran yeke din jî zêde dibe. Di van çar rojên dawiyê de li Colemêrg, Xarpêt, Dîlok, Kastamonû û Çaneqeleyê 6 leşkerên Kurd jiyana xwe ji dest dan.   Hate angaştin ku ji van 6 leşkeran çaran xwe kuştine û her duyên din jî bi şaşitî gulle li hev reşandine. Lê malbatên leşkerên kurd jî ji van îdîayan bawer nakin û serî li İHD û Mazlum-Der dan û alîkariya hiqûqî xwestin. Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku di 5 salên dawiyê de 408 leşker xwe di qişleyan de kuştine.

Read more...

Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirin

  • Print
  • Email

Di Nimêja Cejnê de operasyon hatin şermezarkirinNAVENDA NÛÇYEAN - Di çarçoveya çalakiyên Raperîna Sivîl a ku ji aliyê BDP'ê û KCD'ê ve hate destpêkirin, piştî nimejên înê û terawîhên sivîl, niha jî nimêja Cejna Remezanê ya sivîl hate kirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Amedê bi girseyî nimêjên cejnê yên sivîl hatin kirin. 

Read more...

ŞEVA LEYLETULQEDRÊ BIMBAREK BE

  • Print
  • Email

Leyletulqedir, bi me'na şeva şeref û rûmetêye. Ev şev destpêka hatina Quranêye. Ji ber vêye ku şevek pirr bi qedir û rûmete. Xweda (cc) di Quranêda dibêje, "Di wê şevê da tiştên pir girîng ji hev tên qetandin û diyarkirin". Bi taybetî suretek Quranê (suretê inna enzelnahu) bi navê vê şevê hatiye navdan. Xwedê di vî suretî da wiha ferman dike "Bê guman ku me Quran di şeva qedrê da şandiye, tu dizanî şeva qedrê çiye? Şeva qedrê, îbadetên têda ji yên hezar mehî bi xêrtirin, Ferîşte (melaîket) û ruh di vê şevê da nazil dibin. Bi destûra Xwedê karên girîng dikin. Ev şev Ji êvarê heya berbanga sibehê selamet û rehmete. Bi rastî tu şev weke vê şevê derheqê wê da ayat û hedîsên sehîh pir nehatine. Xweda (cc) girîngiyek pir mezin daye vê şevê. Divê ku em jî, girîngiyek û ehemiyetek pir mezin bidinê, bi îbadet, di'a û tewbeyan derbaskin, ku bibin mezherê lutuf û kerema Xwedê.

DÎROKA DEWLETA TIRKAN REŞ E

  • Print
  • Email

MALBATA KURDNAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk cara 26’emin bi pêşengiya Hikûmeta AKP’ê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dibêje; “Sebra me êdî nema, an wê biqede, an wê biqede” û dest bi operasyona hewayî ya dersînor kir. Di êrişa hewayî ya herî dawî de pêçek jî di nav de, bi giştî 7 sivîl hatin qetilkirin. Lê ev ne yekem car e ku dewleta Tirk di van êrişan de sivîlan qetil dike.

Read more...

Barzanî: Ger şer dest pê bike em ê jî tiştên pêwîst bikin

  • Print
  • Email

HEWLÊR - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku êrîşên Îran û Tirkiyeyê ji ber tirsa hêz û yekîtiya kurdan e û got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hemî riyên dîplomatîk biceribînin. Barzanî wiha got: "Heke rawestandina êrîşan aliyeke li dijî Herêma Kurdistanê êrîşeke bejayî dest pê bike em ê ji hebûna xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe tawîz nedin û ji bo parastina destkeftiyên xwe tiştên pêwîst bikin."

Read more...

Di êrişa artêşa Tirk de 7 kes mirin

  • Print
  • Email

GUND VALAKIRINQENDÎL - Di encama bombebarana artêşa Tirk de malbatek hate qetilkirin. Li gor agahiyên dawiyê, balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Kortek a bajaroka Sengeser a navçeya Ranayayê wesayîtekê a sivîla kir hedef. Di encamê de jinek û 5 zarokên xwe û ajokarê bi navê Huseyn ê xizmê malbartê jiyana xwe ji dest dan.

Read more...

Niyeta Erdogan a di Remezanê de şer e

  • Print
  • Email
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got “Em pêşî ji ber rêzdariya meha Remezanê sebir dikin” lê operasyonên polîsî û leşkerî yên di meha Remezanê de hatin kirin nayên wateya ‘rêzdarî’ tên wateya îlankirina şer. Artêşa Tirk di 16 rojan de 16 operasyonê li dar xist, her wiha di encama operasyonên polîsî de jî herî kêm 230 kes hatin girtin. Planên xwe yên herî berfireh ên şer, di meha pîroz û dûayan de amade kir. Erdogan got “Amadekarî bi dawî bûne’ û ev yek piştrast kir.

Read more...

Parlamenterê AKP'ê: Em ê pisgirêka kurd bi çekan çareser bikin

  • Print
  • Email

Parlementerê AKP'ê Nurettîn Caniklî, got ew hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser dikin û îdia kir ku ew ê pisgireka kurd jî bi kadroyên leşkerî yên profesyonel çareser bikin.

Read more...

Li Kurdistanê wehşet ronî dibin

  • Print
  • Email

Gora komî ya li Dêrsimê tê vekirin

DÊRSIM - Hate ragihandin ku gorek komî ya piştî şerekî 14 sal berê ku tê îdîakirin 24 cenaze têde ne ew ê roja înê were vekirin.

Read more...

Elmanya: Em Îslamiyetê gotûbêj bikin

  • Print
  • Email

BERLÎN - Ji bûyera 11’ê Îlonê heta niha Ewrûpa derbarê Misilman û koçberan de gotûbêj dike. Li Elmanyayê êrişên li dijî Misilmanan zêde bûne, Wezîrê Navxweyî yê Elman Hans-Peter Friedrich xwest ku mijara Îslamiyetê divê bi awayeke vekirî û berfireh were gotûbêjkirin..

Read more...

Di nimêjên înê de êrîşên nijadperstane hatin şermezarkirin

  • Print
  • Email

Nimêya Îniyê li KurdistanêNAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnex, Cizîr, Silopî, Misirc, Licê, Farqîn, Nisêbîn, Qoser, Riha, Wêranşar, Serêkaniyê, Dêrîk, Bimîl, Amed, Colemêrg, Gever, Wan, Elbak, Gimgim, Kop, Melezgîrt, Tetwan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Bazîdê li gel germahiya hewayî ya zêdeyî 40 dereceyî bi hezaran welatî hatin ba hev û nimêja înê kirin. Di weaz û xutbeyên ku hatin dayîn de êrîşên ku di demên dawî de li dijî kurdan zêde bû hatin şermezarkirin. Di weazan de hate xwestin ku kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

Read more...

More Articles...

  1. Kurdan li Helsinkîyê mizgeft vekir
  2. Îran li ser sînor kelehan ava dike
  3. Îran dev ji Dagirkirina Kurdistanê berde!
  4. Li dijî êrîşan bibin yek!

Page 1 of 2

  • Start
  • Prev
  • 1
  • 2
  • Next
  • End

ROJ TVYeni Özgür Politika

Ajansa Nûçeyan a DicleyêFIRAT NEWS AGENCY

BANGEWAZÎ/DUYURU/INFORMATION

Malpera nû tê amadekirin. Ev malper tê nûkirin.

Yeni sitemiz yapılmaktadır. İçerik güncellenmektedir.

Unsere neue Webseite wird erstellt. Der Inhalt wird aktualisiert.

F.C.I.K.

Powered by Joomla!®