|

Em hatina meha remezanê li tevahiya âlema Îslamê û Gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê pîroz dikin. Tesbîta meha remezanê, çawa ku hûn dizanin, di qur'ana pîroz de xwedê wiha ferman kiriye; "Gotiye, hejmara mehan di destpêka avabûna cîhanê heta qiyametê ji 12 meh in. Yek ji van 12 mehan, meha remezanê ya pîroz e. Ji bo ku di qur'ana pîroz de temamê wî hidayet û rehmet têde heye, him jî heqî û neheqî ji hev veqetandiye, ev qur'ana pîroz di meha remezanê de hatiye xwarê. Him jî, di vê meha remezanê de, þeva kû bi Leyletull Qedîr hatiye navdan, emêl û îbadetê ku di vê þevê de têne kirin, ji emêl û îbadeta 1000 mehan zêdetir û xêrtir e."
Pêxemberê me (A.S) di fezîleta meha remezanê de wisa ferman kiriye; "Behna devê merivên ku rojî digrin, li cem Xwedê xweþtir e ji behna miskê ye".
Du þabûn ji rojigirtan re heye. "Ji vana yek, êvara wexta îftarê de þa dibe. A diduya jî, wexta ku diçe huzira Rebbê xwe."
Bi vî rengî pirr ayet û hedîs di fezîleta meha remezana pîroz de hene.
Rojîgirtina meha remezanê ferz e. Meha remezanê di nava ola Îslamê de nîþanekî (Alamet) herî mezin e.
Ferziyeta girtina rojiya meha remezanê, bi ayet, hedîs û îcmâ ûmmetê sabît e.
Ayet 183, Surê Beqer.
"Xwedê wiha ferman kiriye.; Ya ew ên ku bawermend in, li ser we hatiye ferzkirinê, rojîgirtina meha remezanê, çawa ku rojî li ser ûmmeta pêþiya we hatibû ferkirinê. Hêvî heye, hûn emrê Xwedê bicihbinin."
Dîsa di ayet 185an de wisa hatiye fermankirin; "Heke ji we, kî bigihijê wê mehê, rojî bigrin. Eger yek ji we nexweþ bin, yan jî di seferê de bin, bila çend roj di þuna wan rojan de paþê bigrin. Xwedê ji we re rehetiyê dixwaze, ticar çetînatî naxwaze."
Dîsa di hedîsê de pêximber (A.S) wiha gotiye; "Dinê Îslamiyê li ser 5 esanan hatiye avakirin.
1. Kelîma Þehadetê. (Eþhed du en la illahha illelah, we eþhedû enna Muhammeden Resullullah). 2. Nimêjkirin. 3. Di meha remezana pîroz de rojîgirtin. 4. Dayîna Zekatê. 5. Çûna Haccê.
Îcma Ûmmetê jî ev e ku, tevahiya Âlim û Muþtehîdê Îslamê di ferziyeta rojîgirtina meha remezanê de yekdeng bûne.
Rojîgirtina meha remezanê de gelek hîkmet û mâne hene. Yek, rojî mirovan bi xwedê re girê dide. Didu, di jîyana komelatî mêze dike. Lewra, bi rojîgirtinê, tu rewþa feqîr û afatzedeyan fahm dikî, hîs dikî û tu destê alikarî bi fitre û sedeqeyê xwe direjê wan dikî. Sisê, jîyana þehsî dinêre. Mirovekî 12 mehan xwarin û vexwarinê dike, mîdeya ku wek fabrîkekî ye, di salê de mehekî mûhtacê paqijkirin û perhîskirinê ye. Ev dibe sebeb û wesîla laþê re.
Hîkmetê rojigirtinê ya herî giring ev ku, zilm neke, derewan neke, gunehan neke, fesadîyê neke, xwînê nerijîne. Çawa ku pêximeberê Îslamê gotiye, "Xwedî wisa gotiye; Ew kes ên ku, derew û fesadiyê terk nekin, zilmê terk neke, ihtiyaceta Xwedê pê re tune, heke ew mirov tenê devê xwe bigre û xwe birçî bihêle.".
Ez ji xwedê nîyaz dikim, ji temamên misilmanan re bi vê maneyan rojiya remezanê bigrin. Û xwedê, me mirovan tevahî bigerîne ji wan kes ên ku maneya rojî dizane û digire. Ya Rebbî, Tu hatina meha remezanê bike wesîle ji bo aþtî û bratî, meha remezanê bibe sebebê zilm û xwînrijandinê. Dawî li pevçûnan were. Him jî, Xwedê me bigerîne, ji wan merivên ku rojiya remezanê digrin, fitre û zekata xwe ji hejar û yetimên xwe ji bîr nakin û destê alikariyê dirêj dike. Selam û Rehma Xwedê li ser we be.
Civaka Îslamiya Kurdistanê, Melle Þafîî 11.08.2010
|