Ala Kurdistan
Bi navê xweday mîhriban û dilovan Bide Çapê E-peyam

Çawa xwedê di sureyên elaq da ferman kiriye;

1. Tu bi navê perwerdekarê xweyê afirandiye bixwîne,

3. Tu bixwîne û perwerdekarê te yê hemî qenciyan,

4. Ê ku bi pênûsê daye hînkirin bi navê wî.

Sureyên Rehman

1. Tu bi navê perwerdekarê xweyê afirandiye bixwîne,

3. Tu bixwîne û perwerdekarê te yê hemî qenciyan,

4. Ê ku bi pênûsê daye hînkirin bi navê wî.

Sureyên Rehman

  1. Ew xwedayê ku mîhriban e,
  2. Hînkiririna quran û zanîbûn daye,
  3. Ew xwedayê ku însan afrandiye,
  4. Peyv pê elimand û da xuyakirin...

ji insanan re,

Pêxemberên me (îslamê) Hz. Muhammed (a.s.w) gotiye…

En qencî mirovan ew in ku, qur’an û îlmê (zanist) hîn dibe, an jî hînkirinê dide.

Bi van her du bîngehan em derê malpera xwe ya Cîvaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) vedikin.

Em dibêjin, hûn bi xêr hatin…

Selama Xwedê li ser we be

Em ji xwedê daxwazî dikin, bibe wesileya ji bo azadiya gelên bindest û bi taybetî jî gelê kurd.

Amîn

Serokê Cîvaka Îslamiya Kurdistan

M. Þafiî

Ez 1950 li bajarê Muþê Navçeya Gimgimê (Varto) li gundê Înalî hatime dinyayê. Di binê perwerdeya bavê xwe ku Þêx Axmed (Namîdiger Emmê) Melleyê Gund bû pir xwenedan nebû, salih bû, xwedê Rehma xwe lêke, salên min 7-8 salî bûn, min li cem wî tev gelek zarokên gundîyan dest bi xwendina Qûr'anê kir.

Mewlûda Kurdî (Nehcûlenama Seydayê Melle Xelîlê Sêrtê) li cem bavê xwe min xwend.

Ji bo ku bavê min nikaribû dersên din bida, paþê ez derketim medresên Kurdistanê. Medrasa ewil ku ez çûm, Medrasa Seydayê Melle Evdullahê Qerqerutê, Seydayê Melle Evruhhamanê Qerekoyê, Seydayê Melle Selîmê Dadîna, li Hinisê Qolhasar li cem lawê Þêx Seîd, Þêx Elî Riza Efendî û hinek medreseyên li Kurdistanê geriyam û min xwend. Xwendina min a dawî li cem Seydayê Melle Evdullahê Kotaliyê xwendina xwe xelaskir û di 1968an de min îcaze girt.

Ez di sala 1968an de bûm Melleyê gund û bûm Miderisê Medrasa Înaliyê, paþê 1974an de bûm Îmamê Resmî di gundê xwe de. Heta 1990dan min ders dida û derisî kir. Ji ber tevgera azadiya Kurdistanê jîyana min li welat ketibû tahlûkeyê. Ji ber vê yekê min ji gund barkir û 1993dan de hatime Xarpetê. Ez 4 salan li Xarpetê jiyam. Çend doran bi rengê Sirgûniyê sirgûnbûm.

Derketýna min a ji Gund bi tevgera azadiya Kurdistanê re girêdayê bû. Ji malbata me Þêx Mehmed Emîn Bingol, Mehmed Emîn Sukaya û Biraziyê min Mehmêd Ballî hatin þehîdkirin. Dîsa ji malbata me gazî û kesên kû niha winda ne jî hene. Ji ber rewþa welat ez jî gund derketibûm.

Ez di sala 1998an de emeklî bûm. Ez li Muþê bicîhbûm û ketim nav Siyaseta Kurdan. Di sala 2000an de di Dehapê de bibûm Rêveber û min di nav de jî cîhgirt.

Bavê min vê demê de wefat kir. Ez gelek caran hatim girtin û binçavkirinê. Min iþkence kirin.

Serê 2002an de ez neçar mam ji Welat derkevim û werim Ewrupayê. Min Mizgefta Dortmund li Almanya avakir û bûm Melleyê Dortmundê. Min dest bi karên di Hereketa Îslamiya Kurdistanê kir û têde bicihgirt. Karên ji min dihat, min kir.

Sala 2005an di meha Gulanê de ji bo Serokê Cîvaka Îslamiya Kurdistanê hatim hilbijartin. Heta niha jî ev karê xwe birêvedibim.

Bi kurtahî Jîyana Min ev e.

Ez ji xwedê dixwazim, emrê min ê mayî, di xizmet û karên dîn û neteweyê Kurd û Kurdistanê de bi Sihhet û Selametî bide îdamekirin û derbaskirinê.

Selama Xwedê li ser we be!
Hûn bimînin di xêr û xweþî de!

 
< Ya Borî

BANG/ÇAÐRI!

Em Kovara Baweriyê nû derdixin. Divê, kes ên ku dixwazin nivîsan birêkin, bi me re li ser rêya
Ev navnîþana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
bikeve tikêliyê.

 

BANG/ÇAÐRI

 

Baweri dergisinin yeni sayýsýný hazýrlýyoruz. Dergiye yazý göndermek isteyenler bizimle
Ev navnîþana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
üzeri iliþkiye geçenilir.

KURDISH TV & RADIO

KURDISH MUSIC

ANKET

Tu malpera me çawa dibinî?