|
Di civînê de, temsîlkarên mizgeftên CÎK'ê tev bi rêveberiya Cîvaka Îslamiya Kurdistan beþdar bûn.
Ji bo Çapemenî û Rayagiþtî re;
Di rojên 14 û 15ê Nîsanê de 2007an, Civîna Þura CÎK'ê pêk hat. Di civînê de rêxistina me CÎK hat niqaþkirn. Li ser rewþa dawî a Kurdan hat sekinandin. Bala êriþên li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hat kiþandin. Civînê de hat biryardayîn ku, ew êrîþên li ser gelê kurd û serokê neteweyî wek êriþên li ser Cîvaka Îslamiya Kurdistan hatin kirin, hat dîtin.

Banga CÎK'ê ew e, gelê kurd li ber êrîþan bêdeng nemînin, ji 7 salî heta 77 salîyan her kes vila þîyar bibe û tevlê çalakiyên demokratîk bibe. Ev demekê dirêj e, gelê kurd ji bo çareseriya astî hewl didin, lê belê her dem dijminên gelê kurd bi înkar û îmha bersiv dane. Di rojên dawî de jî, serokerkanê giþtî yê tirk daxuyani dabû ku, tevahiya Kurdistanê dagir bike û Þerekî nû li dijî kurdan destpê bike. Em didin zanîn ku, ev nêzîkbunên aliyê tirkan, ji bo çareseriya pirsgireka kurd nake. Cîvaka me, berpirsiyarê þerekî nû, aliyê dewleta tirk dihesibîne û ji gelê kurd re bangewazî dike ku, li ber van êriþan berxwe bide û yekitiya xwe xurt bike. Li Ewrûpayê li Strasbourgê, ji bo greva birçubûnê destek hat dayin. CÎK, bangewazî dike ku, calakiya meþrû re destek bide û bi xwe jî tevlî bibin. Ji bo mizgeftan giþtî biryar hat stendin ku, di rojên înî û pêwist de li ser rewþa dawî li mizgeftan de perwerde hebe, û gelê kurd þiyar bike. Ji bo vê yekê, di rojên înê de her mizgeft xutbeyên xwe de behsa rewþa dawî bike, û gelê xwe þiyar bike. Li Berlin, Marsilya, Paris û Hagenê, di van mizgeftan de, ev çalaki niha ve hatiye destpêkirin.
Ji bo kongreya giþtî ya Cîvaka Îslamiya Kurdistan, rojên 01-02/09.2007 hatiye niþankirin. Biryara kongreya nû hatiye stendin. Di civînê þûra giþtî de, biryar hat dayin ku, gelê kurd ji bo hilbijartinên pêþerojê de, li Kurdistanê û Tirkiye de yekdeng bibin. Rayên xwe bidin partî û saziyên kurdan. CÎK banga gelê kurd dike, ku di hilbijartinên serokkomar û giþtî de, dengê xwe nedin partiyên dewleta tirk. Em di nav wan de cudatî nabînin, ew giþtî ji bo çareseriya pirsa kurdî hewl nadin. Kes bi dîn û baweriya xwe bi kesan nexapin û taciran nasbikin. Banga me, ji tev bawermendan re heye, ji niha ve ji bo hilbijartinan dest bi kar bikin. Em van xebatan bi ferz dibînin, bila Yekitî û Serkeftin para kurdan bibe.
Gazinên me, "Bijî Yekitiya Gelê Kurd", "Xwedê mezluman ji tengavan rizgar bike", Zalim bê bersîv namînin".
Cîvaka Îslamiya Kurdistan,
15.04.2007, Hagen |