|
Ji bo rayagiþtî û çapameniyê: Li ser Girtin û Binçavkirinên li Fransa |
|
|
|
Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê em girtin û binçavkirinên li Fransayê þermezar dikin. Gelê kurd mazlum e, ew jixwe ji ber girtinan û binçavkirinên reviyanê û koçberbûne.
Ev salan e welatên Ewrûpayê ji bo Tirkiyê êrîþan li ser siyasetmedar û rêxistinên kurdan dimeþînin. Ev gavên bêadalet û bêhuqûq li ser gelê kurd nayên pejirandin. Em jî wekî CÎK nikarin li ber van binpêkirina mafên kurdan bêdeng bimînin. Em ji gelê xwe re bang dikin ku, bi hev re tevbigerrin û dest bidin hev ku em bi yekdeng xwedî li maf û heqê xwe derkevin. Ew erîþên ku li ser gelê me li Ewrûpayê hatine destpêkirin, li welatên serdest û dagirkerên ku Kurd ji ber zilm û zora wan revîyane û penaber bûne, xwe gihandiye zilm û zora wan. Kurd êdî çi bikin, ji ber kî birevin û li ku bicihbibin? Em kurd bi salan in di binê êriþên bêsinor de ne. Mafê me jî li Ewrûpayê heye ku xwediyê rexistin û saziyan bibin. Bila rêveber û karkerên me neyên girtin. Gelê kurd tenê bi yekitiya xwe dikarin van êriþên derveyê welat jî vala derînin. Banga min ji bo meþ 10 Sibatê li Strasbourgê heye, ji bo þermezarkirina komploya navnetewiyê bila her kes tevlî bibe û em dengê xwe bilind bikin. Melle Þafîî
Ev navnîþana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê divê Javascript vekirî be
|