|
Ji bo Îtifaq û Yekitiya Kurdan |
|
|
Ey Kurdê Kurdistan û Kurdê li dervayê welat di îttifaqêda quvet, di yekîtîyêda jiyan di biratîyê da seâdet û selamet heye. Lewra îxtilaf û dujminatî temamê quwetan wenda dike û perçe dike. Heqe ev yeka me musteheqê terbîyê dike. Ango bi çêbuna yekîtîyê netevî xilasbun nizik dibe. Wî wextê guman çê dibe em ji temamê bela û tengasîyan xilas dibin. Îro Hukumetên Koledar ên xun mij ji ber xuyên xwa ên barbarîyên qirêj zulmên cuda û cuda li me dike.
Ji ber wî yekê ezê bi bangekî bilind ji temamê gelê Kurdra gazî dikim û dibêjim :
Çavê xwa vekin sibe hatiye hişarbin, ku xwedîyê zulmên berê û ên îro ji nezanîna me fayde nebînin. Hemjî şerefa milletê Kurd û yekîtîya wan nebe hedefa nexwaşî kî dij war. Wê wextê temamê milletê Kurd zerar dibînin. Ewê Kurd di dawîyê da ji gunehkarara dibin dehwecî ... û bersîv bi xwazin .
Belê di jîyana me Kurdan da sê dujminê me henin me xirab dikin û me perçe, perçe dikin. Dujminê me evin :
1) . Yek ji van feqîrî ye. Bi sed hexezaran û bi milyonan hemal û karker li welat û li dervayê welat di rewşa xiravda dijîn. Ev delîla feqîrîya wane.
2 ) . Ê dudiyan cehalet û bê xwandine. Bi sed hezaran kes yek ji me nikarin jojname bixunin . Di zimanê tereqîyat û medenîyetêda ev jî delîla cehalata meye.
3 ) . Ê sisiyan dujminatî û îxtîlafe. Ev dujminê meyê sê yemîn ji hebuna dujminê mey ku feqîrtî û nezanînê tê holê . Ew dujminatî û îxtilaf quweta me wenda dike. Pêywiste berê her tistê em wî dujminatî û îxtilafê ji ser xwa rakin. Lewra zeman ku müfessîrê her tiştêyê ewê bi lêxistina şîmaqekî we îhtilaf û dujminatîyê ji nava me rake. Ka ev şîmaq çiye û kengê li me dikeve. Dîroke an jî disa bi destê dujmin tevkujîna ( qetlîma ) meye. Baqil ewe hîna şîmaq nexwarîye wî îxtîlaf û nezanîyê li ser xwa rake. Ji ber xeletîyan dest danîn tê kirin. Şerê azadîyê tê rawestandin.
Hewceye merov muhaqaq bizanibe ku li hember wî medenîyeta teze û tereqîyeta ku li temamê dunyayê belav buye û her milletê qebul kiriye.Îro ev medenîyet bi angorê qanunên Demokrasî yê tê meşandin. Ji boy jîyana merovan xwas bive. Kes nikare wî nezantî û îxtilafa di nav milletê xweda muhafeze bike û li pîya bihêle.
Belê milletê Kurd ; ji temamê gelan û milletan zêdetir ji îstibdadê zerar diye. Ez bawerim ku medenîyeta teze, di vî zemanê tereqîya senehtêda ji temamê milletan zêdetir ji gelê Kurd ra bi kar were.
Dubare : ey Milletê Kurdistan û Kurdê li dervayê welat di îttifaqêda quvet, di yekîtîyêda jiyan di biratîyê da seâdet û selamet heye. Bijî yekitiya milletê Kurd.
Çava ku Mele Seîd ê Kurdî ji bo pêşerojê mizgîn daye û gotiye :
Înşaallâh di wextekî nîzikda temamê Kurdistan ê ji nuva bigêhe je jîyanek xwaş. Ev jîyan jî xilasîyê ango Kurdistan'ek Yekgirtî û Serbixweye. Û berîya vî gotinê ji Seîdê Kurdî pisînin û gotinin gelo bi gumana te Kurdistan kengê azad be. Seîdê Kurdî bersîv dayê û gotiye hetanê Kurd himalê Îstanbol' ê be ew xilas navin. Ez jî dibêjim hetanê Kurd himalê Enqerê be Kurdistan azad nabe . . .
Ez li jêr liser devleta Tirk nêrînê xwa dixwazim bînim ziman û DEHAP ê jê rexne dikim :
Dehap Partiya Parlementoya Tirkiyê ye û xebatkarên wî bi piranî Kurde. Berpirsyarê DEHAP-ê yê Wanê bi cimaeteka mezin ve beşdariyê di pîrozkirina avabûna dewleta tirk de bi def û zurne beşdar bun.
Kurdan ne zulum û zordarîya dewleta Osmaniyan ne jî ya dewleta Tirk qebûl kiriye. Wan tim û tim xwestine dewleta xwe ava bikin. Ji destpêka 1800 dê heta vê gavê kurd li dijî dagirkeran bi serhildanî tekoşîn dikin. Ji bo rizgarbuna Kurdistan şer dikin û ti caran bi kêfa xwe beşdarî di cejnên Tirk, Ereb û Farisan de ne kirine û cejnên wan qebûl ne kirine, pîroz ne kirine. Dagirkerên Kurdistanê bi hovîtî û hunmijtî Serhildanê Kurdan bi tevkujîn ( qetlîam ) û tecavuzan danin sikandin. Pir zuda ne ...
Jineka Kurd bi navê ( S.E ) di salên 1993-1994-ê de sê caran hatiye girtin. Hercar ew hatiye îşkencekirin, esker û zabitên Tirk tecawizê wê kirine. Gelo 405 eskerên Tirk yên tecawizê jineka Kurd kirin kî ne? Gelo yên dibêjin biratiya Kurd û Tirkan biratiya kîjan Tirk an dixwazin. Ma 405 eskerên Tirk ne zarokên karker û gundiyên Tirk' in.
Dewleta Tirkan 1923-ê de li ser qewlên dewleta Osmaniyan hat avakirin. Dewleta Tirk li ser navê Tirkan û înkara hemî milet û xelkên din hat avakirin. Bi sedhezaran Kurd bi destê Tirkan hatin kuştin, tên kuştin. Meclisa ko dehapî dibêjin demokratîk e qerara qetliamên Kurdan daye û qerara îdama Şêx Seîdî, Seyid Rizayî, û hezaran Kurd daye, qerara şerê Agriyê û kuştina Îhsan Nurî Paşayî daye û qerara kuştin û qetlîamkirina miletê Kurd daye. Gava em zarokbun neyarê Kurd û Kurdistan ê bav û kalê me kuştin. Îro em bav û kalikin dujminê Kurd û Kurdistan ê zarok û tornên me dikujin.
Em divînin kû rêxistinên li paş gotinên xwa nesekinin qedir û qiymeta wan li cem gel radibe. Hinek hêzên kû digotin tenê emin û emin, wek berê xurt ninin. Hewceye hinek Kurd dev ji proxrama xwaye Demokratîk Cumhurîyetê berde û bikarê tekoşîna Kurdistan'ek Yekgirtî û Serbixwera mijul bivin. An jî ew hêzên kû tekoşîna Kurdistan'ek Yekgirtî û Serbixwera nemeşînin dikevin tarîtîya dîrokî. Ji ber vî yekê bira Kurd tu wextê bira kujîn nekin û di mavêna xwada aşîtî û sulhek ummûmî daynin. Dev ji xeletîyên xwa berdin, hevdu bibaxişînin. Û tu carê li hember hev xeletî nekin. Ez dibêjim bijî Kurdistan ek Yekgirtî, Serbixwa, Demokratîk û Azad. Bijî yekîtîya Kurd . Bijî Kurd û Kurdistan.
|