SÊRT - Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak di mitinga li navçeya Misircê de ragihand ku ji ber di paketa destûra bingehînê de daxwazên kurdan tune ne, ew referandumê boykot dikin. Kişanak, bal kişand ser biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê û wiha got: "Enqere bêdeng e, hikûmet bêdeng e û hêj behsa terorê dikin. Ger hûn dest ji peyva terorê bernedin hûn vê pirsgirêkê çareser nakin." |